Mesrûr Barzanî û Mayk Pompiyo rewşa navçeyê gotûbêj kir
Jan 04 2020
ARK NEWS .. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mayk Pompiyo bi telefonê axivîn û behsa rewşa Iraqê kir.
Duh roja Înê 3ê Çileya 2020î Mesrûr Barzanî û Mayk Pompiyo pêwendiyeke telefonî encam da.
Di wê pêwendiya telefonî de, gotûbêjî derbarê pêşhateyên dawî yên li Iraqê û navçeyê hat kirin û tekezî li ser aramkirina rewşa navçeyê û nehiştina alozî û xweragirtinê û berdewambûn bi diyalogê hat kirin.
455
