Serok Mesûd şehîdkirina malbata Reûf şermezar kir
Sep 16 2020
ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de karesata şehîdkirina malbata Dara Reûf li Bexdayê şermezar kir. Naveroka peyame ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Gelek mixab in welatî Dara Reûf ku Kurdî nîştecihê bajarê Bexdayê bû, ew bi xwe û xanim û keça xwe bi awayeke dirindane li Bexda hatin şehîdkirin.
Ji bilî wê yekê ku bi tundî wê tawanê şermezar dikim, sersaxiyê li malbat û kesûkarên Dara Reûf dikim.
Her wiha destxweşiyê li hewl û keda dezgehên ewlekarî yên bajarê Hewlêrê dikim ku karîn bi lez tawanbarê sereke yê vê tawanê eşkere bikin û destgîr bikin.
Mesûd Barzanî
16 Eylûl 2020
674