
Tendirustiya Cîhanî vaksînkirina nêzî 2 Melyon Sûrî li dijî nexweşiya Kolêra ragihand
Jan 11 2023
ARK NEWS... Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî vaksînkirina nêzê 2 melyon Sûrî li dijî nexweşiya Kolêra ragihand.
Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî di daxuyaniyekê de ragihand, ku 1.9 melyon kes li Sûriyê li dijî nexweşiya Kolêra hatine vaksînkirin, û tekez kir, ku piroseya vaksînkirinê dê berdewam be ta ku dawî li belavbûna nexweşiya Kolêra were kirin.
Herweha rêxistina navbûrî serbar kir, ku li her yek ji bajarên Hesekê, Dêrezorê , Reqayê û Helebê welatî û derbiderên Sûriyê hatine vaksînkirin.
67