Serok Barzanî li tu kesî gilî nekiriye
ARK NEWS .. Baregeha Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand ku, Serok Barzanî li kesî gilî nekiriye û ne haya wî ji wê meseleyê heye.
Baregeha Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Di çend malperên Kurdî û Erebî de nûçeyek hatiye belavkirin ku qaşo Serok Barzanî li kesekî xelkê bajarê Necef ê Iraqê gilî kiriye, ji ber ku wî gotinên xerab ji Serok Barzanî re gotiye, loma ew kes jî hatiye girtin.”
Baregeha Serok Barzanî wiha domand: “Li vir em dixwazin ji her kesî re bêjin, ev mesele ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ve pêwendiya wê bi Serok Barzanî ve tune ye û Serok Barzanî li ti kesî gilî nekiriye û qet haya wî ji wê mijarê tune ye û qet pêwendiya me pê tune ye.”
324