Xwecihiyên Kornîş û Navendê yên ENKSê nivîsgehên xwe vekirin
ARK NEWS… Piştî dema sê salan ji girtina neçarî, Encûmena Xwecihî yên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, li herdu taxê Kornîş û Navendê, duh roja Înê 28ê Sibata 2020î, careke din bi fermî nivîsgehên vekirin.
Li gor malpere fermî ya ENKSê, di dema vekirinê de, Mihemed Ismaîl endamê Desteya Serkotiya ENKSê herwiha Berpirsê Birêvebir yê Polîtbîroya PDK-Sê û endamên xwecihiyan amede bûn.
Di vê derbarê de, Îsam Ehmed Serokê Encûmena Xwecihî ji malpera ENKSê re ragihand ku ENKSê bi xwecihiyên xwe ve, tevî ku sê sal in, nivîsgeh bi neçarî, ji aliyê Asayîşa PYDê ve ,hatibûn girtin û binçavkirina çalakvan û endamên ENKSê, lê tu carî ji kar û xebata xwe ya niştîmanî ranewestiyabûn û karê wan berdewam dikir.
Ehmed serbar kir jî ku tevî wê yekê, lê ENKSê rojekê ji tekoşîna xwe li Sûriyê nehat xwar, nexasim piştî bangên yekrêziya navmala Kurdî, ENKSê bi erînî bi destpêşxeriyê re danûstandin kir, ji ber ku ENKSê xwe wek pabend bi pirojeya netewî ya Kurdî û li ser rêbaza Kurdayetiyê ya ku Barzaniyê nemir li xwe girtiye, dibîne, û mebest afrandina keşûbayekê ku bibe alîkar ji bo cibicîkirina armanc û xewna hemû Kurdan e.
Navbûrî da zanîn jî ku ev destpêşxerî dê li ser asta siyasî û karîgêrî û leşkerî be be, da ku hêviya Kurdan di Sûriyayeke demoqrat de were bicîkirin.
Vekirina nivîsgehan piştî wê yekê tê ku bangên yekhelwêstkirina gotara Kurdî, nabera ENKSê û PYDê de bilind bûn, lê hîn jî gavên berçav nehatine avêtin.
Ş.E
408
