10 sal in serkirde Behzad Dorsin û Nîdal Osman revandî ne

10 sal in serkirde Behzad Dorsin û Nîdal Osman revandî ne

Oct 24 2022

ARK NEWS… Îro 24ê Cotmeha 2022yan, 10 sal li ser revandina serkirdeyê kurd xebatkar Behzad Dorsin, endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya re derbas dibin. Hîn jî PYDê li ser revandinê rijd e, ta niha jî çarenivîsa wî diyar nekiriye.

Roja Çarşemê 24ê Cotmeha 2012an, ji beriya 10 salan demjimêr 7ê êvarê, dema ku serkirdeyê kurd Behzad Dorsin Hesam, endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya li gel ciwanê kurd Nîdal Selîm bi otombêlekê ji curê toyota pêkab bi niyaz bû berê xwe bidin Herêma Kurdistanê, ew jî bi armanca birêvebirina karekî Partî, li ser xalekê di navbera gundê Şekirxaçê û Mela Merzê yê Dêrika Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin revandin, û ta niha çarenivîsa wan ne diya e.

Behzad Dorsin kî ye?
Serkirdeyê kurd Behzad Dorsin Hesam sala 1980î tevlî refên Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya bûye.
Behzad Dorsin Hesam berpirsê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştmanî ya Kurdî li Dêrkê bû. Di nava Partî de kar û xebat kir ta gihişt Polîtbîroya PDK-Sê.
Ji ber helwêstên xwe rastî astengiyan ji aliyê PYDê ve dihat.

Ji bilî herdu navên hatine ziman, hijmarek ji xebatkar, siyasetmedar, û çalakvanan di zîndanên PYDê ne, ta niha tu ahagî û zanyarî li ser wan tune ne. Nexasim ku diyarkirin û serbestberdana girtî û revandiyan mercek sereke ye li cem ENKSê ji bo serkeftina danûstandinên Kurdî _ Kurdî, lê tevî derbasbûna 10 salan, hîn jî PYDê li ser nediyarkirina çarenivîsa girtiyan rijd e.

Ş.E

331