Dr. Kohîn li ser şewtandina ala Kurdistanê li Bexdayê daxuyanî da
Oct 18 2020
ARK NEWS... Îro Şemiyê 17ê Cotmeha 2020an, siyasetmedarê Israîlî Dr. Îdî Kohîn got: Şewtandina ala Kurdistanê li Bexdayê ji buhabûna alê kêm nake, şanaziya rûbirûbûna terorîstan û şikandina wan besî Kurdan e.
Dr. Kohîn di belavokekê de li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê ku ARKê ew belavok şopand got: Besî Kurdan e dema hemû kes ala Kurdistanê dibîne tê li bîra wan ku Kurdan şerê erorîstan kiriye û li şûna îhanê ew şikandin.
Îro alîgirên Hişda Şe'bî êrîşî baregeha PDKê li Bexdayê kir, û baregeh şewitand, herwiha ala Kurdistanê anîn xwarê û şewtandin.
320