Girûpên çekdar li Efrînê hejmarek welatiyên Kurd revandin
Nov 03 2020
ARK NEWS.. Çekdarên ser bi Hikûmeta Sûriya Demkî ve di binpêkirinên xwe de derheqê welatiyên Kurd de li Efrînê berdewam in , herî dawî jî 13 welatiyên Kurd revandin .
Rêxistins Mafê Mirovan li Efrînê ragihand ku duh çekdareên girûpa Elhemzat bi alîkariya polîsên leşkerî , girtin ser gundê Qude yê biser navçeya Raco ve , û 13 welatiyên Kurd bi tometên dûr ji rastiyê revandin.
Ji dema êrîşa Turkiyê û girûpên çekdar li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê û heta niha bi hezaran Kurdin Efrînê ji aliyê wan girûpan ve hatine revandin û çarenivîsa beşek ji revandiyan hîna ne diyar e.
384
