Serê Kaniyê... Çekdar di nava bajêr de bi hev ketin

Serê Kaniyê... Çekdar di nava bajêr de bi hev ketin

Oct 13 2020

ARK NEWS... Duh Duşem12ê Cotmeha 2020an, li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê şerûpevçûn di navbera du grûpên çekdar yên bi ser Turkiyê ve rû dan.

Jêderke xwcihî ji ARKê re ragihand ku di nava taxên bajarê Serê Kaniyê de şerûpevçûnên giran di navbera çekdarên Elşerqiye û Sultan Murad de çe bûn, û tirseke mezin di nav xelkê bajêr de peyda bû.

Ji dema êrîşa Turkiyê li ser her yek ji bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî binpêkirin, dizî û talankirin li wan bajaran dest pê kirine û herdem û demekê şerûpevçûn li ser dabeşkirina milkên xelkê di navbera grûpên çekdar de rû didin.

282