Herêma Kurdistanê... Nêzî 800 kesî bi vayrosa koronayê ketin
ARK NEWS... Roja Pêncşemê 08ê Cotmeha 2020an, Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, ku di 24 demjmêrên derbasbûy de 793ê kesên di bi vayrosa koronayê ketin, û 31 kesên din ji ber vayrosa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Li gor şopandina ARKê, pêketiyên nû yên vayrosa koronayê li Herêma Kurdistanê bi vî awayî têne dabeşkirin:
281 li Hewlêrê, 166 li Silêmaniyê, 26 li Germiyan, 31 li Raperîn, 265 li Duhokê, 24 li Helebçeyê.
Hejmara kesên ji koronayê çê bûne bi vî awayî têne dabeşkirin:
105 li Hewlêrê, 16 li Silêmaniyê, 27 li Germiyan, 162 li Duhokê,û 28 li Helebçe.
Bi vê hejmara nû ya pêketiyên koronyê li Herêma Kurdistanê, hejmara pêketiyan ji destpêka belavbûna vayrosa koronayê 53549 kes in, ji wan 33650 kes çê bûne, 1937 jiyana xwe ji dest daye.
566
