PYDê hunermendekî Efrînî li kampê Şehbayê binçav kir
Oct 29 2020
ARK NEWS... Li kampên Şehbayê, çekdarên PYDê hunermendî Kurd ji xelkê Efrîna Rojavayê Kurdistanê binçav kir.
Jêderên xwecihî ji ARKê re ragihandin ku çekdarên PYDê hunermend Ciwan Hesen binçav kir, û ji bo cihekî nediyar bir.
Jêderan tekez kirin ku sedema girtinê ew e ku hunermend li ser weşanekê di fêsbûkê de rexneyên tund li PYDê kiribû.
Di rexneyên xwe de hunermend Ciwan Hesen gotibû ku rêveberî nikare dermanekê ji dayîka wî ya nexweş re dabîn bikin.
Ş.E
540
