6 hezar Pêşmergeyên Şengalê amade ne vegerin bajarê xwe

6 hezar Pêşmergeyên Şengalê amade ne vegerin bajarê xwe

Oct 22 2020

ARK NEWS... Zêdetir ji 6 hezar Pêşmergeyên Şengalê amade ne biçin bajarê xwe û berevaniyê lê bikin. Fermandarên wê jî dibêjin, divê Pêşmergeyên Şengalê bajarê xwe biparêzin, ji bo ewlehî û aramî çê bibe û Şengal were avedankirin.

Hêza Şengalê ya Pêşmerge ku ji 2500 Pêşmerge pêk tê, pilana parastina çiyayê Şingalê danîne. Ala Kurdistanê jî wek nîşana amadebûnê bilind kirine.

Fermandarê Hêza Şingalê dibêje, her dema serkirdatiya wan biryarê bidin, ew ê ber bi Şengalê bi rê bikevin û gel û niştimana xwe biparêzin.

Fermandarê Hêza Şengalê Şêx Mecdel ji K24ê re got: “Ji hemû eşîretên başûr û bakurê Şengalê di nava vê hêzê de ne. Hemû tenê Şengalî ne. Her demê amade ne biçin Şengalê û gelê xwe biparêzin. Di heyama du demjimêran de em ê li serê çiyayê Şengalê bin. Xelkê Şengalê hemû li hêviya Pêşmerge ne, ta bên û aramî û ewlehî çê bibe. Heta em Pêşmerge neçin Şengalê, ewlehî li Şengalê bi cih nabe.”

Hêza Şengalê ya Pêşmerge xwedî 54 şehîdan e û hemû jî xelkê Şengalê ne. Pêşmergeyan rahênana serbazî dîtine û canê xwe ji bo xak û miletê Şengalê dikin qurbanî.

Pêşmergeyên Şengalê ji rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ji bo asayîkirina rewşa Şengalê dilxweş in û dibêjin ku divê Pêşmerge Şengalê biparêzin, heta ku careke din rastî stem û nexweşiyan nebin û ewlehî vegere deverê.

Kurdistan 24

679