Efrîn... Xwepêşandan, şer, girjî û alozî
ARK NEWS... Duh 3yê Hizêrana 2022yan, Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, weke nerazîbûnekê li ser bilindkirina nirxê empêrên elektirîkê û birîna elektirîkê bi demijmêrên zêde, xwepêşandanek li dar ket.
Di xwepêşandanê de, bi sedan kes ji ereban beşdar kir, tê de banga dîtina çareseriyekê kir, piştre bû girjî û nakokî di encamê de, xwepêşanderan girtin ser baregeha encûmena xwecihî û navenda elektirîkê li taxa Mehmûdiyê, herdu navend şewitandin û kelûpelên wan têk birin.
Piştî ku xwepêşandan berferhtir bûn, li pêşiya baregeha waliyê ku Turkiyê destnîşan kiriye, şer û pevçûn derketin û polîsan gule berdan di encamî de birîndar ketin.
Li navçeya Cindirêsê jî xwepêşandan derketin, tê de şer û pevçûn derketin û birînda jî ketin.
Di heman şevê de jî xwepêşandan li Babê, û bajarokê Soran û Mariê derketin, li bajarokê Mariê navenda elektirîkê hate şewitandin û li Babê jî hin girjî û nakokî derketin.
554
