El Herîrî êrîşa li ser baregeha PDKê li Bexdayê şermezar kir

El Herîrî êrîşa li ser baregeha PDKê li Bexdayê şermezar kir

Oct 18 2020

ARK NEWS... Îro Şemiyê 17ê Cotmeha 2020an, serokê Hevpeymaniya Opozisiyona Sûriyê Nesir El Herîrî, êrîşa li ser bargeha PDKê li Bexdayê şermezar kir.

Herîrî tiwîtek belav kir û tê de got: Êrîşa li ser baregeha Partiya Dîmokarî Kurdistanî û şewtandina wê kareke şermezariyê ye û armanckirina dezgehên siyasî di bin tu buhaneyan de nayê pejrandin, û kesên li pişt van kiryaran dijminê Îraq û gelê wê li deverê ne.

Herwiha Herîrî serbar kir ku pencemorên handana Îranê eşkere ye, û êdî bêdengî li ser kiryarên wê yên xerab nayên pejrandin.

Îro alîgirên Heşda Şe'bî êrîşê baregeha PDKê li Bexdayê kir û baregeh şewitand, herwiha ala Kurdistanê anîn xwarê û şewtandin.

443