Keça şehîd Ferhad Mihemed Sebrî bavê xwe bi helbestekê bi bîr tîne

Keça şehîd Ferhad Mihemed Sebrî bavê xwe bi helbestekê bi bîr tîne

Apr 08 2023

ARK NEWS… Nisrîn Ferhad keça şehîd Ferhad Mihemed Sebrî di salvegera şehîdbûna bavê xwe ya 19an de, bi helbestekê bavê xwe bi bîr anî.

Îro, 8ê Nîsana 2023yan, salvegera şehîdbûna Ferhad Mihemed Serbî, kurê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, piştî beşdarî di Raperîna 12 Adava 2004an de kir, ji aliyê rêjîma Esed ve hat girtin û di bin eşkenceyê de jiyana xwe ji dest da û şehîd bû.

Naveroka helbestê ev e:

Careke din birîna xwe ya kûr bi bîr tînim

Birîna bi xem ku tu caran nayê jibîrkirin

Ne ez ji bîr dikim ne jî Gelê Kurd ji bîr dike

Her sal wekî îro mîna nesrîn û xecxecokekê

Birîna Rojavayê Kurdistanê û Qamişlokê

Di Nîsanê de kul vejîn dibe bê hembêzeke gerim

Canê min di jenê û dilê min ê piçûk wek xewnên min sar û gerim dibe lê dîsan bi tena xwe sar dib

Wek qedereke bê xwedî bê pişt deng bilind dibe lê careke din bi lorî lorî tê çilmisandin û jibîrkirin

Qedera şehîdbûna te Ferhad, Pakrewanê azadiyê

Qedera tund a bê hest û dil ku tu ji min revandî

Qedera ku Kurd di nav hov û ne mirovan de afirandin û jiyan li wan kir e dujehek Sor

Delalê dilê min hêjayê min babo Ferhad

Dixwazim bi tenê nameyekê bigihînim

Bo wan zebaniyên dujehê û zindana te

Faşist, xwînmij, ne mirov û dijminên azadiyê

Ferhadê min û hevalên xwe lehing û nemirin ey neviyên Eba Cehel û serbiran û qirêja mirovatiyê

Bavê min û hevalên xwe û hemî şehîdên Kurdan

Simbola rumet û xetîra nevemirin li dijî dijminan

Bavê min stêrik û nîşana serhidana 12ê Avdarê ye

Simbola pîroz hebûn û nebûna Kurd û Kurdayetiyê ye

Li dijî stemkarî û newjatperestiyî ne hat çemandin

Roja xort û keçên Kurdan serî rakir û bi kur ve reviyan

Gelo win dikarin bersiva min û dîrokê bidin..

Yan ezê bêjim, we wek mişkan di qûl û paşmayan de xwe veşart, we ne wêrî derkevin qada mêran

Divê win jibîr nekin çawa van şehîdan dîwarê tirsê wek yekem car şikand û kursiyê serokê we li Şamê hejand

Gelê min yekem şoreşa rumetê li Sûriyê bi mêranî tomar kir

Kurdan dîroka xwe careke din bi xwînê tomar kir

Bi yek dengî ji Qamişlo ta bi Efrînê dengê xwe rakir

Got ez heme û ez tu caran naşikim û naçemim her heme

Di şoreşê de jî giraniya hêza me û bandor we nas kir

Êdî cîhan tev de raman û kiryarên we yên gema nas dike

Win jî zanibin û xweş şiyar bin zeman hew bi paş de vedgere

Xwîna Ferhad û hemî şehîdan û viyana Kurdan dê biserkeve

Emê bi serkevin û bigihin mafê xwe û her wê rojeke were û kujer û tawanbar jî bigihin siza û mafê xwe

Rast e babo ez îro nikarim te hembêz bikim û li ser gora te bigirîm

Lê ez soz didim ta ez heme rêk û rêbaza te bernedim

Em her hebûn û her hene û Kurd her wê bigihin mafê xwe

Ta yek Kurd li dinyayê heye û ta serok Barzanî heue em namirin û na çemin em azadî û serxwebûnê hembêz bikin

Bijî şehîdên 12ê Avdarê, tê her bijî Ferhadê min, bijî viyana Gelê Kurd û bijî Kurdistan.

239