Pirtûka Serok Barzanî di pêşbirkeke navneteweyî de xelata duyem a herî baş bi dest anî
Di pêşbirkeke Xelata Navdewletî a Pirtûkan de ku salane ji aliyê (American Book Feast) ve tê birêxistin û di hemû waran de xelat ji bo pirtûkên herî baş tê bexşandin, îsal di warê dîroka giştî de, pirtûkeke Serok Barzanî ku bi zimanê Îngilîzî hatiye weşandin û taybet bi bîranînên wî yên li ser bûyerên dîrokî ên çendîn salên borî ne, di wê pêşbirka Navneteweyî de xelata dûyem bi dest anî.
Xelatên Pirtûkan ên Navneteweyî, ev nêzî 15 sal in ku di hemû waran de xelatên pirtûkên herî baş ên salê dide.
Ji sala 2010’an ve, ev xelat ji bo çendîn pirtûkan di hemû warên de li seranserê cîhanê tê dayîn.
Bo îsal jî di warê dîrokî a giştî de, pirtûka Serok Barzanî bi navnîşana “Barzanî û Tevgera Rizgarîxaniya kurd, Şoreşa Gulanê - rûpela çarem – beşa yekem û dûyem), ji aliyê nivîskarê kurd Davan Yehya Xelîl ku li Brîtanyayê dirunê ve bo zimanê Înglîzî hatiye wergerandin, di wê pêşbirka navdewletî de xelata dûyem di wê derbarê de bo sala 2024’an bidest anî.
Bas News
224
