PDK-S birûskeke sersaxiyê arastey Serkirde Serhan Hesen kir
ARK NWS... Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê bi boneya koçadawiya dayîka Serhan Hesen serkirdeyê PDK-Sê belav kir.
Nivîsgeha serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê bi boneya koçadawiya Sultana Elî dayîka Serhan Hesen endamê komîta navendî ya Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê sersaxî belav kir.
Di peyama sersaxiya nivîsgeha serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê got: Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya oxirkirina dawiya Sultana Elî dayîka Serhan Hesen endamê komîta navendî ya PDK-Sê radgihênin.
Herweha PDK-Sê got: Bi vê boneya xemgîn daxwaza dilovaniyê bo xwedê jê razî dikin, û sebir û aramiyê bi heval Serhan û kesûkarê wî bibixşe û temen dirêjî bide wan.
Herweha Nivîsgeha serkirdayetiya Herêma Kurdistanê got, ku merasîmên sersaxiyê herdu rojên Sêşemê û Çarşemê li hola boneyan li komelgehê Pêrzîn yê nêzîkî Hewlêrê wê bi rê ve biçe.
415
