Nivîsgeha Jin û Zarokan di ENKSê de civîna xwe li dar xist
Aug 03 2019
ARK NEWS .. Nivîsgeha jin û zarokan ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê civîna xwe ya asayî ya heyva Tîrmeha 2019an li dar xist, mijar û pêşhateyên dawiyê gengeşe kirin .
Civîn li bajarê Qamşlo yê Rojavayê Kurdistanê û bi amedebûna her yek ji berpirsa Nivîsgeha Jin û Zarokan Ariya Cum'e, û endamên nivîsgehê bi rê ve çû.
Di civînê de rewşa siyasî li herêmê weke despêşxeriya Firansî, û rol û bandora wê li ser aliyên kurdî da ku bigihne rêkeftinekê xizmeta doza kurdî bike hate amejekirin.
Her wiha gefên Turkiyê û damezrandina navçeya ewleh li Rojavayê Kurdistanê li ser hate rawestandin .
Ş.E
426
