Mustefa Şêxo: Ji Nîsanê ve 150 malbat vegeriyane Efrînê

Mustefa Şêxo: Ji Nîsanê ve 150 malbat vegeriyane Efrînê

Apr 25 2022

ARK NEWS... Tevî astengî û rêgiriya PYDê û binpêkirinên komên çekdar, rojane pêla vegerê ber bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve berferehtir dibe, malbatên kurd di rêyên zehmet û tengav re, berê xwe didin zêdên xwe.

Çalakvan Mustefa Şêxo taybet ji ARKê re ragihand: Bi sedan malbat ji kampên Şehbayê, taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Lubnanê, Turkiyê û hin bajarên din vegeriyane û ta niha pêl berdewam dike.

Şêxo anî ziman: Ji çend rojan ve bi dehan ji malbatên kurd vegeriyane ser zêdên xwe, ku li gorî dawîn amar ji serê meha Nîsana 2022yan de zêdetirî 150 malbat vegeriyane, warên xwe.

Çalkavanê kurd Mustefa Şêxo ku bi xwe ji şêniyên navçeya Şiyê ya Efrînê ye bal kişand ser wê yekê ku piraniya malbatên vegeriyane ji koçberkiriyên kampên Şehbayê, derbiderên taxên Helebê û penaberên Lubnan û Turkiyê ne.

Siyasetmedar û çavdêr pêla vegerê bi gaveke pîroz bi nav dikin, lê li hember de tekez dikin ku divê tevger, dezgeh, komela kesayetiyên dewlemend û revenda kurdî xwedî ll van malbatan derkevin û piştgiriyek abûrî û watedarî ji wan re pêşkêş bikin da ku bibe sedemeke hander ji vegera hemû koçberkirî, derbider û penaberan re.

Ş.E

413