Milîsên PYDê hersê rojnamevan serbest berdan

Milîsên PYDê hersê rojnamevan serbest berdan

Apr 15 2022

ARK NEWS... Îşev 15ê Nîsana 2022yan, milîsên PYDê hersê rojnamevan Sebrî Fexrî, Dara Ebdo û Ehmed Sofî ku nûçegîhanê ARK û Rêbaz news in serbest berdan.

Di 19ê Sibata 2022yan de milîsên PYDê rojnamevan Dara Ebdo ji bajarê Hesekê, herweha Ehmed Sofî ji gundê Bane Qesrê yê ser bi bajarê Dêrika yê Rojavayê Kurdistanê ve revandin. Serbarî rojnamevan Sebrî Fexrî ku ji 5ê meha Sibatê ve ji bajarê Qamişlo bi tometên dûr ji rastiyê, bi şêweyekî hovane hatibû revandin.

Hersê rojnamevan endamên Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya PDK-Sê ne, Sebrî Fexrî û Ehmed Sofî weke endamên Encûmena Herêmî di partî de cihê xwe digirin, û Dara Ebdo endamê Encûmena Şaxî ya partî ye.

Îşev piştî ku 69 roj li ser revandina Sebrî Fexrî, û 55 roj li ser herdu rojnamevanan Ehmed Sofî û Dara Ebdo re derbas bûn, serbest hatin berdan.

Ji bilî rojnamevanan bi dehan ji xebatkar di zîndanên PYDê de û çarenivîsa wan ne diyar e, ku Ebdulxefar Mihemed endamê encûmena herêmî di xwecihiya şehîd Nesredîn Birhik de, di 21ê Nîsana sala bûrî 2021ê de hatiye revandin, ta niha tu agahî li ser wî tune ye.

Ev yek di demekê de tê ku lîsteya ENKSê ya navên revandiyan pêşkêşî fermandariya QSDê kiriye tu zanyarî li ser wan tune ne, navên di lîsteyê ev in:

1- Serkirde Behzad Dorsin, Endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya-Di 24ê Cotmeha.2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

2- Çalakvan Nîdal Osman - Di 24 Cotmeha 2012an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

3- Parêzer Idrîs Elo, endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya di 8ê Mijdara 2011an li Efrînê hatiye revandin.

4- Ehmed Sîdo endamê Rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya di 9ê Cotmeha 2013yan li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatiye revandin.

5- Fûad Ibrahîm endamê xwecihiya Dêrikê ya ENKSê di 2yê Adara 2017an li gundewraê Dêrikê hatiye revandin.

6- Çalakvan Emîr Hamid endamê rêxistina Soz ya Ciwanên Kurd di 11 Çileya 2014an li Dirbêsiyê hatiye revandin

7- Cemîl Bavê Adil di 13ê Tîrmeha 2012an li Qamişlo hatiye revandin.

Ş.E

349