Mesrûr Barzanî û Plasxart civînek li dar xist

Mesrûr Barzanî û Plasxart civînek li dar xist

Dec 21 2020

ARK NEWS... Duh roja Yekşem 20/12/2020an serokê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziya nûnera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî yê li Îraqê Çinîn Plasxart kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa Îraqê û pêşhatên dawî yên taybet bi diyaloga navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî û mekanîzma çareser kirina kêşeyan hate kirin.

Barzanî şkere kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê ti hincetek bo hikûmeta federalî nehêştiye, bo çareserkirina kêşeyan û gehêştin bi rêkeftinekê li ser bingeha destûra bingehîn ya Îraqê, lê mixabin mijara mûçe û bûdceyê bûye weke karteke siyasî bo guvajkirin li xelkê Kurdistanê û di îsal de Bexda tenê mûçeya 6 mehan şandiye.

Da zanîn jî ku daxwaz ji NY dikin da ku rola xwe ya ektîf bo gehêştin bi rêkeftin û dabînkirina maf û şaysteyên darayî yên herêma Kurdistanê di çaroveya destûrê de bilîze.

Barzanî got: Me herwiha tekez li ser cîhbicîhkirina rêkeftina Şingalê kir bo vegerandina aramî û ewlekarî bo deverê, me daxwaz kir da ku rêkeftin weke xwe were cîhbicîhkirin.

458