HSDê.. 3ê zarok ji Minbij û Reqayê revandin
Tevgera Ciwanên Şoreşger a girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk "HSD" 3ê zarokên din revandin.
Tora çavdîra Sûrî ya Mafên Mirovan di 30ê Tîrmeha 2024an navên 3 zarokên ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk "HSD"ê bi armanca leşkerkirina neçar ji herdu bajarên Minbij û Reqayê hatin renavdin.
Li gorî tora çavdîra Sûriyê
- Mihemed El-Ebdulah Ehmed ê 15 salî, ji Kolana 23’ê Sibatê li parêzgeha Reqayê hate revandin.
-Ezîz Ala Soyrî ê 14 salî, li bajarê Reqayê hat revandin.
Ehmed Fîras El-Casim ê 13 salî li ser riya Heleb û Minbijê hate revandin û ta naha çarenivîsa wan ne diyar e.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antoniyo Gotêrêş di raporta xwe ya bi navê "Zarok û Pevçûnên Çekdar" de ku di 3ê Hezîrana 2024an de hat weşandin de got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û partiyên girêdayî wê (462) zarok li herêmên ku di bin kontrola wan de di dema derbasbûna xwe de birin leşkeriyê.
Tevî ku Mazlûm Kobanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk, bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan Vêrcina Gamba re, li ser bidawîkirin, leşkerkirin u tevlîbûna zarokên di bin 18 salî de û bikaranîna wan di, operasyonên leşkerî de îmze kir. Lê girtin, revandin û leşkerkirina wan berdewam dike.
321
