Çekdarên PKKê zarokekî din revand

Çekdarên PKKê zarokekî din revand

Aug 23 2021

ARK NEWS... Çekdarên ciwanên şoreşger yên ser bi PKKê ve rojane zarok û ciwanên jêr 18 salî li Rojavayê Kurdistanê direvînin da ku tevlî xulên perwerdeiya leşkerî bikin û piştre tevlî şerên bi birîkarî bikin.

Çalakvanên kurd li ser torên civakî eşker kirin ku ji 24 Tîrmeha bûrî ve, zarokê kurd yê bi navê Waîl Endnan Îbrahîm ku jidayîkbûyê 2007an e, wate bi tenê 14 salî ye ji aliyê çekdarên PKKê ve hatiye revandin û ji bo navendeke leşkerî li Qamişlo hatiye birin.

Heman jêderan nişan bi wê yekê dan ku, ji dema ew zarok hatiye revandin, malbat hewl dide çarenivîsa wî diyar bikin, lê ew hewl neçûn serî û ta niha tu agahî û zaniyarî li ser tune ne.

Her di vê derbarê de, çekdarên PYDê li kampên koçberkiriyên Efrînê li Şahbayê, Fatme Îdrîs Nesan, ji gundê Qijûma yê Efrînê ye, revand.

Bavê zaroka navbûr di banga xwe de anî ziman ku berpirsên PYDê guh nadin wî, û gefan didin û dibêjin tiştekî li ser nizanin eger li cem wan be jî venagerînin.

Îdrîs Nesan hawara xwe gihand fermadarê QSDê Mezlûm Kobanê û got li Şehbayê gelek xiyanet çê dibin, û tevî rûbirûyê mûşek û rewşa rojane ye xerab dibin, di ser wê zehmetî û astengiyan jî jî rastî revandinê tên.

Ev yek tê ku di demekê de QSDê rêkeftinek bi netewên yekgirtî re di sala 2019an de îmeze kiribû, tevî wê yekê rojane rewşên revandina zarokan têne tomarkirin û belgekirin.

Ş.E


686