HRW hoşdarî ji dersînorkirina Sûriyan da: Rastî girtin û eşkenceyê tên

HRW hoşdarî ji dersînorkirina Sûriyan da: Rastî girtin û eşkenceyê tên

Nov 13 2023

Rêxistina HRW hoşdarî ji berdewambûna piroseyên dersînorkirina penaberan da, ku di nav de behsa dersînorkirina penaberên Sûrî ji Turkiya û Libnanê kiriye.

Bêl Firêlik, rêvebirê beşa mafên penaber û koçberan got: "Pêwîstî bi parastina sivîlên ku rastî metirsiya koçberkirin û derkirineke bêtir tên, heye".

Û serbar kir: "Turkiya hejamara herî mezin ya penaberan li xwe digire, lê ew di dema niha de hejmareke mezin ji penaberên Sûrî û Efxanî dersînor dike, û bi tundî penaxwaz û koçberan vedgerîne".

Herweha amaje kir ku hikûmeta Libnanê di mehên dawiyê de bi hezaran Sûrî ji bo dersînorkirina wan, armanc kirine. Tomarkirina penaberan qedexe kiriye û niha bi tenê ji Sedî 17, hilgirê karta niştecîbûnê ya yasayî ne".

Rêvebirê beşa mafên penaber û koçberan di HRW de tekez kir: "Gelek kesên ku beriya niha vegeriyane Sûriyê, rastî girtin, eşkence û leşkerkirina neçarî hatine".

Bang li welatên daner kir ji bo pêşkêşkirina alîkariyan di dema guncaw de, û sivikirina fişarê li ser welatên mêvandar bi rêya pirogiramên dubare niştecîkirinê.

Her di vê derbarê de, nivîsgeha NY bo hamahengîkirina karûbarên mirovî "OCHA" di raporteke xwe de gotibû: "Desthilatên Libnanî rijd in li ser armanckirina Sûriyan li ser xaka xwe, bi mebesta dersînorkirina wan".

225