Dibistaneke Elmanî programek li jêr navê:

Dibistaneke Elmanî programek li jêr navê: "Geştek bo Kurdistanê" saz kir

Apr 12 2022

ARK NEWS... Dibistaneke Elmaniya, programek bi navê geştek bo Kurdistanê ji şegirtên xwe re saz kir.

Parêzerê kurd Ebdulah Îmam, bêtir zanyarî dan ARKê û got: Dibistana Gelerî ya Bilind li bajarokê Bad Konîgshovin progrmek li jêr navê geştek bo Kurdistanê ji şargirtên dibistanê re saz kir, ku program ji duh 11ê Nîsana 2022yan dest pê kiriye ta 14ê mehê berdewam dike, û ew program ji şagirtên ku temenê wan 11 salî û jêr de li xwe digire û rojane 5 demijêran dirêj dike.

Îmam herweha da zanîn jî di naveroka programê de hatiye: Gelo hûn kurdan nas dikin, hûn dizanin welatê wan li kû derê ye, çanda wan ji 2500 salî ve heye, herweha hin pirs derbarê çand, ziman, şano, Newrozê de hene û di wê program de dê bersiv werin dayîn.

Navbûrî ameje pê kir ku ev program ji aliyê wezareta yekgirtî ya fêrkirin û lêkolînên zanistî ve tê piştevanîkirin, ji aliyê her yek ji Ancêla Tayzin û Hoşyar Mihemed ve tê birêvebirin, Hoşyar Mihemed jî ciwanekî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Ş.E

394