Helwêstên Navdewletî û erebî ji êrîşa Hewlêrê re
ARK NEWS... Piştî êrîşa li ser bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi çend mûşekan, ku tê de qunsulxaneya Emerîka hatibû armanckirin, welatên zilhêz, navdewletî, erebî, xwecihî partî û saziyên kurdî û Kurdistanî bi tundî êrîşên li ser Hewlêrê şermezar kirin.
Li ser asta helwêstên Navdewletî, Emerîka bi tundî êrîş şermezar kir û got binpêkirineke di dermafê serweriya Îraqê de ye, û ew ê kar li gel hevparên xwe yên li Herêma Kurdistan û Îraqê de berdewam bikin. Hewerha wezîrê derve yê Emerîkî Entonî Bilênkin, peywendiyek telefonî bi Mesrûr Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê re encam da, ji bilî şermezarkirinê, Mesrûr Barzanî ji aliyê Emerkî re tekez kir ku divê buhaneyên nerast yên ku pê êrîş li ser Hewlêrê têne encamdan ji kok ve werin jinavbirin.
Serbarî her yek ji Yekîtiya Ewropayê, Birîtaniya, Elmaniya, nerazîbûna xwe li ser êrîşê dane diyarkirin û şermezar kirin.
Ji bilî van welatên cihanî, li ser asta welatên erebî û welatên dirawsê jî, Turkiyê, Misir, Urdun, Siûdiyê, Kiwêt, û Perlemana erebî li dijî van êrîşan rawestiyên û helwêstên nerazêbûn û şermezarkirinê belav kirin.
Derbarê helwêstên hundrîn, ji bilî serokatiyên herêma Kurdistanê, partiyên kurdî, alî û saziyên xwecihî piştivanya xwe ji Hewlêrê re dane xuyarkirin, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, partiya pêşvrû, şepêla pêşeroj, eniya Aştî û Azadiyê û hin partî û aliyên din yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê banga danîna sînorekê kir.
Di encam wê êrîşê de, çend kesên sivîl bi sivîkî birîndar bûbûn, herweha ziyanên madî mezin gihiştin cihê ku hatiye armanckirin û derdorê wê, dezgeha Kurdistan 24 û derdora 100 mal û dukanên welatiynan tûşî ziyanan bûn.
Rêveberiya Dijeterora herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê ragihandibû ku demijmêr 1ê şevê, bi 12 mûşekên balîstî bajarê Hewlêrê hate armanckirin û l çavkaniya mûşekan ji derveyî herêma Kurdistanê û Îraqê ne, nexasim ji aliyê Rojhilat ve hatine der. Piştî wê yekê Îran bi fermî dan bi wê yekê kir ku êrîş ncam daye.
Ji aliyê xwe ve jî serok Mesûd Barzanî got: Tawan li dijî mirovahiyê ye. Tekezî li ser wê yekê dikin ku çawa Hewlêr li hember Holako di serdema berê de xweragir bû, dê li hember Holakoyên nû jî xweragir be û xwe naçemîne.
Her yek ji Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî xweragiriya şêniyên Hewlêrê bilind nirxand û daxwaz kirin ku aram û xweragir bin û rêkarên saziyên ewlehiyê ci bi cî bikin.
Ş.E
550
