Jineke kurd bitemen di zîndanên çekdaran de şehîd bû

Jineke kurd bitemen di zîndanên çekdaran de şehîd bû

Jun 01 2021

ARK NEWS... Di çarçoveya çend rojan de navê hejmarek welatiyên Efrînê eşkere bûne ku di zîndanên komîn çekdarê de jiyana xwe ji dest dane û şehîd bûne, ji wan navan duh navê jineke kurd bitemnê 65 salî hate diyarkirin ku ji ber îşkenceya turd û fişarên derûnî di zîndana Elrayî de çû ber dilovaniya Xwedê.

Di gûrguliyên tawanê de, li gorî jêderran tekez kirine ku jina kurd ya bi navê Mewlîde Nûman tevî ku hilgirê gelek nexweşiyan e, ji ber lêdan û îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Di vê derbarê de rêxistina mafê mirivan li Efrînê da zanîn ku bi heman şêweya zîndanên rêjîma Esed, jina navbûrî di zîndana bajrokê Elrayî ku li derdora Helebê dikev û di bin destê çekdaran de ye, di 30 Gulanê de hate kuştin, û çekdarên Elhemzat xeber dane malbatê li gundê Bazîka yê nîzîkî bajarê Efrînê da ku termê dayîka xwe werbigirin.

Jêderê nîşan bi rewşa tendirustiya jina kurd da û got ji ber nexweşiya şekir, henasê û dil dinalî di 26ê Hizêrana 2019an de bi tometa rêveberiya PYDê hatibû revandin tevî gelek caran ji malbatê banga pereyan kiribû lê ji ber nekarîn û şiyan nikarîbûn pereyan bidin û ji lêdan û îşkenceyê piştî du salan ji revandinê jiyan xwe ji dest da.

Heman rêxistinê anî ziman jî ku di heftiya bûrî de navê 7 welatiyên Efrînê di zîndana Elrayî ji ber sedemên cuda û tûşbûna bi nexweşiyan û danûstandina xerap eşkere kiribû ku jiyana xw ji dest dane.

Ji bilî vê yekê proseya revandina kurdan hîn jî bi dawî nehatiye li bajarokê Bsûtê çekdarên Feyleq Elşam 7 welatiyên kurd bi tometên cuda revandin û mebest jê standina pereyan e, û afrandina nearmî û seqamgîrî ji kurdan re ye.

Ş.E



284