24 sal in hunermend Ednan Dilbirîn koça dawî kiriye

24 sal in hunermend Ednan Dilbirîn koça dawî kiriye

Nov 04 2023

Di 5ê Mijdara 2023yan de, 24 sal li ser koçbarkirina hunermendê Çiyayê Kurmênc - Efrîna Rojavayê Kurdistanê - hunermend Ednan Dilbirîn re derbas dibin, ku yek ji hunermendên bi rol û bandor li ser asta Efrîn û Rojavayê Kurdistanê ye.

Ednan Dilbirîn sala 1956an li gundê Dêriswanê yê navçera Şera ya Efrînê ji dayîk bûye, biçûkaniya xwe li gund derbas kir û bi stranan ve hat girêdan û gelek stranên wî ji nivîs û berhemên wî ne.

Leşkeriya xwe ya neçarî li bajarê Qamişlo kir, piştî wê 1979an jiyana hevjîniyê pêk anî û ji ber tunebûna kar li gund neçar bû berê xwe bide Helebê û li wê derê jiyana hunerî bi fermî dest pê kir nexasm piştî mala xwe veguhest xuleke rahênanê.

Ednan Dilbirîn gelek stranên filklorî vejandine wek Zêneb û Eyşa Îbê û hin destanên din, stranên wî yên netewî jî hene lê piraniya stranên wî evînî ne, heşt kasît tomar kirine.

Gelek stranên wî ser asta çar perçên Kurdistanê belav bûne, wek strana Efrîn Hatû ku bûye wek senbol û diruşma nasnameya Efrînê, her weha strana Her Bijî Diyar Bekir û Sewda Sewda aliyê hunermendên Kurdistanê ve hatiye gotin û nûkirin. Hejmarek mezin ji hunermendên Kurdistanê wek Beytûcan, Xêro Ebas, Fatê, Alîn, Hikmet Cemîl stranên wî dibêjin.

Sala 1999an bi vexwendineke fermî berê xwe da Elmaniya û di ahangan de beşdar kir, pişt re bo Yûnanê hate vexwendin, lê qedera wî ew bû ku dawî bi jiyana wî were û di wê ahangê de beşdar nekir.

Şeva 5ê meha 1999an, dema li ahangekê li Kefircenê yê Efrînê vedigeriya Helebê li ser rêya Helebê li gel bira û kurê xwe re rastî rûdaneke hatûçûnê hat di encam de jiyana xwe ji dest da.

Bi dehê hezaran ji hezkiryên wî di merasîmên bixakspartina wî li gundê Dêrswanê yê navçeya Şera ya Efrînê beşdar kir.

259