Rewangeha Sûriyê: Li seranserî Sûriyê 141 sivîl ji ber paşmayên şer canê xwe ji dest dane

Rewangeha Sûriyê: Li seranserî Sûriyê 141 sivîl ji ber paşmayên şer canê xwe ji dest dane

Jul 26 2022

ARK NEWS... Ji ber teqîna mayînên çandî ji paşmayên şer li navçeyên cuda cuda li Sûriyê welatiyên sivîl dibine qurbanî.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan got, ku duh li li gundewarê Şamê mayîneke çandî ji paşmayên şer teqiya di encamê de du zarokan canê xwe ji dest dan.

Li gorî amarên Rewangehê ku bi vê teqînê hejmara qurbaniyên mayînan ji destpêka Çileyê û ta roja îro dighêje 141 kesan serbarî birîndarbûna 214 kesên din.

209