Huner û behremendiya Kerîm Şêxo

Huner û behremendiya Kerîm Şêxo

Feb 03 2021

Huner û behremendiya Kerîm Şêxo
Mahir Hesen - Rojnameya Kurdistan

Folklor, kevneşopiye, huner e , girêdaye bi pênasekirin . Li her devera mirov netewa xwe bi nîşanekê dite naskirin , da ku ew ji gelên din were veqetandin, û nasnameya xweya xweser pê re çêbibe.
folklor fireh e û ji her tiştê pêk tê ku ji bav û kalan , nifş bi nifş, şaristaniya wa girtine, heya îro. Heger em kurdjî xwedî hêmanên xwe ne û folklorê me pir dewlemend û zengîn e.

Folklor dîrokî ye, ku ew nasnameya dide mirov , û her weha çavkaniyek hesta civakên nûjen e, û him buye wekî rêncber di zîndî kirina netewan de , ku bingeha damezrandina şaristaniyan di pêşerojan de dikare ava bike . Ev yekî jî sedema ku netew hewildana dikin ku çand û folklorê xwe bi rengî bedew bigihînin nifşên pêşerojê.

Bi avakirina dewletan re , erkê herî biqîmet û giring ew e , berpirsiyariya parastina çand , folklor , û mûzîk dikeve stûyê wê . Pêdivî ye ku lêgerîna dewletê nehêle ku folklor winda bibe , û bi hemdem re têkildar dikin, tê vê wateyê ku divê dewlet ji bo geşedana folklorê xwe gelek gava bavêj e , wek lêkolîn û zanistî ji bo domandin û şopandina çand û folklorê.
Her çend di vî warî de kurd lewazin , û ya herî zehmet kiriye , nedewlet bûne heya ku bi awayên fermî li dibistanan û ji zaroktiyê ve zarokên xwe bi wê bidin nas kirin. ji bilî vê yekê, hewildanên dagîrkeran bo têkbirina folklorê me , û her ji dêûbavan tête xwestin ji bo berpirsiyariyê dûr nekevin û meyla mejiyê zarokan ji prensîbên çandên biyanî û dagirin biparêzin.
Hunermendên me jî bo parastina folklorê xwe xebitîne û pêkhateyên xweyên bedew û binavûdeng li dijî ramanên hilweşîner bikar anîne , ku di dawiyê de sedema windakirina nasnameyên gelê me têkbirin . Ev perwerdehî û baweriya gelek hunermendên me bû , mîna bandora KERÎM ŞÊXO , ku hewcedariya miletê xwe bi dengê xwe parast û hewlên pêwîst dan ku folklor biparêze.

Emê destpêkê li ser jînengiriya Kerîm Şêxo axivin û paşî nerîna wî derbarê muzîka kurdî de bidin xuya kirin.

Jînengiriya Kerîm Şêxo

Kerîm Şêxo di sala 1980-an de ji dayik buye, ji ciwaniya xwe ve ber bi stranbêjiyê ve çû . Sedema rewşa jiyana xirab li herêmên Kurdî ji encama pîvanên siyaseta birçîbûnê , tenê xwe sparte kar , heye ku dabînkirina lêçûnên albûmên xwe hilbigire û berhev bike . Di demek kurt de, bi navûdeng bû ji Robarê Dîjlê heya Çiyayê kurmênc li Efrînê û deverên din yê kurdistanê belav bû. Albuma wî ya yekem li ser dayikê ye. kerîm wekî hevalekî malbata hunermendê mezin Mihemed Şêxo tête nasîn .Vê têkiliyê çanda wî ya hunerî û muzîkî bandor kir . Dibe ku ev ezmûna hûrgulî di behremendiya Karim de hate veguheztin ku ew bibe nav karê hunerî

Tevî kerîm di rêwîtiyek feqîriyê de dijiya, lê ji huner û stranbêjiyê hez dikir, ku bi awaza xwe di nav jiyanek dewlemend û bala de xwe didît .

Performansa wî ya hunerî qet nesekinî, û pêşkeşkirina stranên bêhempa yên ku bi demên xweşî û nexweşiyê re derbas bûn û gelek alîgir û guhdarvanan bi dest xist.
Kerîm her gav xwe bi dengê xwe yê zîz û hezkirina xwe ya ji bo gotina bihêz û bi dilpakî diyar kiriye

di heman demê de kerîm xwedî karîzmayek diyar e , kesayetiyek bihêz û bibandore , û bi motîvasyonek ku biryar û biryardariya xwe pêk bîne da ku bigihîje armancên xwe.
Karîm azarên welatê xwe hilgirt û bi gelek helwest û stranan berevaniya doza kurdî kir û bû sedemek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin û şopandin û bû sedema koçberiya wî ber bo Ewropa ve di sala 2010an.
Behremên albumên Kerîm
1- her buhar2003
2- cenga jînê2005
3- mam bi tenê 2007
4- şop û evîn 2016

Kerîm di qonaxek pir dijwar de xuya bû, dema ku strana Kurdî ber bi lawaz bûnê ve diçû , tu dikarî ji me û ji xwendevana re vê yekê zelal bike ?!

Kerîm : Hunermendî ne tenê hestyariye ,dive ku pir zîrek be û zanîbe bi çi rengî stranên xwe pêşkêşî bike.belê Rejîmên dagîrkerên ên Kurdistanê her dem ji bo berevajîkirina folklorê Kurdan hewl didin û dixebitin ku bandorek neyînî li çanda me bikin.wekî nimûneyek herî mezin , hilbijartina navên albûmên gelek hunermendên kurdistana Sûrî bi navên Erebî an jî derketina wan di konserên netewî de ne bi cilûbergên Kurdî bûn. Îcar herger ev zanabûnek ji dagîrkera ye yan jî ji nezaniya kurda ye. Ger zanaya dijm be, bandorek kir , herger ji nezanî be , nezanî ji dagîrkerî xirabtir e.

Çand serwertiya miletan dike û kulturê me zengîne , heya çi astê hunermend dikara kulturê xwe pêş bixe ?!

Kerîm: tiştek li vir heye û ez dixwaz im ji xwendevana re bêjim , gelek dibêjin di kultur û çanda me de sixêf û xeberên çewt hene . Na kultura me paqije , ew stran û lawik û heyranokên wisa ji devê kesên li nanê xwe yê rojana digeriyan derketine, hunerî bi rengekî tê bi kar anîn. Bi awayekî din , naba ez stranek mihemed arîf cizrawî di şevbuhêrkekê de gotiye û têde navê kesên derdora xwe bilêv dike ez jî herim navê wî filan kesî bêjim. Dive em zanibin kultur û folklor çiye ewqas.
Em li ser helbesta kurdî bi axivin gelo em dikarin bêjin helbesta kurdî di geşedanek de ye ?

Kerîm : helbesta kurdî tenê bi rêça strana geş dibe , û helbestvan tê nas kirin. Mixabin em wekî miletan guh nadin xwendina behremên helbestvana , sedem jî ev e , nezanbûna ziman e.

Ji me re li ser serpêhatiya xwe ya li tora Civakî û encamên wê yên posetîv bike, nemaze di dema pandemiya Coron de

Kerîm : Pandemiya Corona tevahî cîhanê dorpêç kir , ji vê yekê hukûmeta hin biryarên dijwar dan mîna ku li mal bimînin , lê dîsa tiştên negatîf tiştên erênî jî bi xwe re tîne, mînakî saetek deaktîv ku rojê du caran durst dibe , ev jî hişt belev bûna Corona lewaz bibe û kêm be . Ez gelek hewl didim ku nêzîkê miletê xwe bim. Ez ji vê yekê dilşad im , û ev peywira min e û erkê me ye wekî hunermenda nêzîkî miletê xwe bin da ku li mal bêzar nebin.

ji bo parastina hunera Kurdî tu çi pêşniyar dikî ?!

Kerîm : Divê her hunermend stranên xwe belge bike, her weha rewşenbîr piştgiriya wan bikin, û divê em rola medyayê jibîr nekin û em bi yek destî bixebitin da ku karibin diparastina çanda xwe berdewam bikin.

Li ser adet û kevneşopiyên di civata Kurdan de ji te re bûn astenk ?!

Kerîm : na , berevajî vê yekê, malbata min piştgirî da min ji ber ku wan dizanibû ku ez ji bo gelê xwe, û nasnameya xwe stranan dibêjim

Hunermend Kerîm Şêxo ji beylî stranabêjiyê di çi de jî behremên xwe di kara bide diyar?!

Kerîm : Hewesa min ji lîstikvaniyê re jî heye, û ez bi Koma Narîn re sala 2002 beşdarî şanoyê bûm û demê min stranek li ser şehîd silêman adî jî got

Karên nû yên din hene ku Kerîm pêşkêş bike?!

Kerîm : Belê, lê ez nikarim demê diyar bikim û ev bi rewşek darayî re têkildar e

Belê , ezê gotara xwe bi dawî bikim û xwestika min bû ku ji kaniya behrêmên Kerîm darek di nav bax û bexçê welatê xwe de av bidim , û li ser cûdahî û nûjenî û hilbijartina rengê strana ku kerîm ji bo xwe dixwaze axivîm , û li ser destpêkirina gavên wî yên bilez ber nûvekirinê ve bişobînim , û riya hunerî ya ku wî di salên borî de bi hemî lebat, xweşî û bîhnxweşiya xwe ve beşek jê berheve bikim
Çendî em li ser huner û folklora xwe bi axivin gelek kêmasî hebin. Ya herî giring ew e gotina BABLO BÎKASO bîra xwe bînin(( Her zarok hunermendek e, pirsgirêk ew e çawa ku mezin bibe û hûnermend bimîne.))
Gotinên wisa lihevhatî gelekî bo me kurda pîroz in heya nifşekî netewperwer û xakhez li çand û folklor û kulturê xwe xwedî derbikeve û bi hemî aliyên dinyayê bide nasîn û xwendin

299