Lêborîna Navdewletî tekez kir ku Rêjîma Esed û Rosiyê armanca navçeyên sivîl  têde dmîne kirine

Lêborîna Navdewletî tekez kir ku Rêjîma Esed û Rosiyê armanca navçeyên sivîl têde dmîne kirine

Mar 29 2019

Rêxistina Lêborîna Navdewletî tekezî kir li ser hemî raportên rojnamevanî yên berê ku basa armanc kirina hêzên Rêjîma Esed bi piştevaniya Rosiyê ji cihên ku sivîl lê dimînin û senterên xizmetguzariyê , dike, raportên xwe bi jêder û dîdevanên xwecihî pişt rast dikin û digel wêne û tomarên diriya heyvên destçêker re .

Rêxistinê duh roja pênc şemmiyê (28.3.2019), di raporta xwe ya nû de, got , ew êrîş bi awayekî zindî û bêserober li ser sivîl an hatin kirin , herwiha da zanîn ku firokeyên Rêjîmê û Rosiyê armanca yek ji xestexane û benkên xwînê û cihine din yê xizmetguzariyên pizîşkî kir û digel armanckirina nanxaneyekê û dibistanekê li navçeyên cêawaz li bajara û bajarokên gundewarên Idlibê.

Hijmarek mezin ji bajar û bajarokên ku rastî topbaranê hatî , hatin raghandin ku navçene wêrankirîne" jiber topbarana berdewam û mişextibûna xelkê ji wan bajaran , ji aliyê xwe ve jî Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreşê û Opozisiyona Sûriyê , ew kiryar bi "tawanên şer" wesf kir" û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku îdî bes rola çavdêr li ser van komkujiyan bibîne , ku qurbanyên wan hemî sivîlin.

Herwiha Rêxistina Lêborîna Navdewletî hişiyara dûbarebûna wî sînariyo li Helebê , Xota rojhilat û Der'ayê jî da, û amaje kir ku operasiyonên topbarana Idlibê wek poperasiyonên rêjîmê û hevalbendên wê li ser bajarên navbûrî ne, ku tekeziyê li ser armanckirina navçeyên sivîl an dike.

351