
Birayê şehîd: PKKê ne kurd in, ji DAIŞê xerabtir in bila berê xwe bidin Turkiyê
ARK NEWS... Careke din çekdarên PKK destdirêjî li xaka herêma Kurdistana azad kir û pêşmergeyk şehîd kir ku îro 8ê Hizêrana 2021ê, serê sibehê di demekê de ku hîn kul û birînên êş û xemgîniya her 5 pêşmergeyên ku li Çiyayê Metîna ya Amîdî şehîd bûne, nehatine kewandin, li derdora Zaxo çekadrên PKKê pêşmergeyek, dema li ser erkê xwe yê leşkerî bû, şehîd kir.
Rêveberê navçeya Dirkar ya ser bi bajarê Zaxo li parêzgeha Duhokê ji malpera Kurdistan 24 re ragihand ku Pêşmerge Ridwan Sindî bi guleya nîşanvanekî çekdarên PKKê demijmêr 7 sibehê şehîd bû. Rêveberê navçeyê tekez kir ku Pêşmerge li ser erkê xwe bû dema hatiye gulebarankirin û şehîdkirin.
Di dema mersîma bixakspartina pêşmergeyê şehîd Ridwan Sindî birayê şehîd nameyek ji PKKê re şand û got PKKê terorist in û ne kurd û ji DAIŞê xerabtir in, û bila berê xwe bidin Turkiyê û gund û axa Kurdistanê ya rizgarkiriî bi cî bihêlin.
Duh jî du fermadarên hêzên Pêşmerge li komelgeha Xanesorê li derdora bajarê Şengalê ji aliyê heman çekdaran ve hatin revandin û tu zanyarî li ser çarenivîsa wan tune ne.
Di 5 vê mehê de wate beriya sê rojan çekdarên PKKê êrîşek li ser hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Çiyayê Metîna ya navçeya Amêdî li parêzgeha Duhokê pêk anî ku di encama wê êrîşê de 5 pêşmerge canê xwe kirin qurbaniya xaka Kurdistanê û şehîd bûn, herweha hejmarek ji pêşmergeyan birîndar bûn. Ew êrîş ji bilî serokatiya herêma Kurdistanê ji her yek ji Emerîka û Birîtaniya, Fransa, Elmaniya, partî, aliyên kurdî û Kurdistanî û hikûmeta Îraqê bi tundî êrîş û destêwedana PKKê di karpûbarên herêmê de şermeza kirin û banga rêzgirtina serweriya xaka herêma Kurdistanê kir.
Ev ne cara yekê ku PKKê destdirêjî û zêdegaviyan davêje û êrîşên xwe dibe ser hêzên Pêşmergeyan, beriya wê êrîşê bi çendîn car heman sînaroy dûbar kirine, herdem banga serkirdeyên herêma Kurdistanê ji PKKê û Turkiyê ew e ku herêma Kurdistanê weke qada şer bi kar neyînin û şerê xwe ji bo Turkiyê veguhêzin.
Siyasetmedar tekez dikin ku hebûna PKKê di herêma kurdistanê dikev xizmeta dagîrkerên Kurdistanê de û pilana wan jinavbirina qewareya Kurdistanê ye û pilan û ejindeyên wan welatan cî bi cî dikin lewma banga dîtina çareseriyeke bilez dikin ji ber ku rojane PKKê buhaneyan dide destê Turkiyê jê re dirust dike û diafrîne û Turkiyê bi wê buhaneyê hejmûna xwe di xaka Kurdiatanê de berferhtir dike.
Ş.E
353