Itîlafê piştevanî da Ukraniya

Itîlafê piştevanî da Ukraniya

Mar 05 2022

ARK NEWS... Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê daxuyaniyek derbarê dengdan û biştgiriya rêjîma Esed ji êrîşa Rûsiyê ser Ukraniyayê bealv kir û tê de ev êrîşa dujminane bo ser Ukraniya şermezar kir, û got piştevaniya rêjîmê ji vê êrîşê re nûneratiya Sûriyê û gelê wê nake.

Daxuyaniyê serbar kir û got ji destpêka operasyona Rûsî bo ser Ukraniya, opozisyon piştevaniya Ukraniya û gelê wê dike ji ber ku ev êrîş êrîşeke dujminane ye û binpêkirineke ji serweriya welatekî serbixwe û endam di Netewên Yekgirtî de, ku bû sedema xirabûn û wêrankirina jiyana miletkî aram û ewleh.

Û tekezî li ser nerewatiya rêjîma Esed kir, û got dengdana rêjîma Sûriyê di Netewên Yekgirtî de li dijî şermezarkirina êrîşa Rûsiya bo ser Ukraniya bi tenê dengdanek bi ser Beşar Esed serokê rêjîmê ve ye bi tu awayekî ev biştevanî nûneratiya Sûriyê û gelê wê nake.

211