Israîl derdora Şamê  armanc kir

Israîl derdora Şamê armanc kir

Mar 24 2024

Balafirên şer yên Israîlê îro berbangê êrîşî derdora Şama paytexta Sûriyê kirin.

Jêderên ragihandinê yên Sûrî eşkere kir ku berbanga îro bingehên Rêjîma Sûriyê û yên Hizbullaha Lubnanî li devera Elqelemûn li derdora şamê ji aliyê balafirên şer yên Israîlê ve hatin armanc kirin, hevdemê armanckirina bingehên Hizbullahê li bajarê Bi`elbek ya Lubnanî.

Ji aliyê xwe ve jî torên nûçeyan yên xwecihî ragihand ku Israîlê bingehên leşkerî yên bi ser Rêjîma Esed û Hizbullaha Lubnanî li devera Cideyde Elşîbanî li gundewarê şamê armanc kir.

Herweha da zanîn ku Israîl di vê êrîşê de embarên çekan li devera Eldirîc li nêzîkî bajarokê Cideyde Elşêbanî li gindewarê Şamê armanc kir.

64