CENTCOM: Me serkirdeyekî Hizbullahê li Bexdayê kuşt

CENTCOM: Me serkirdeyekî Hizbullahê li Bexdayê kuşt

Feb 08 2024

Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) ragihand, hêzên wan êrişek li Bexdayê pêk aniye û tê de fermandarekî Hizbullaha Iraqê kirine armanc.

CENTCOM şeva borî di daxuyaniyekê de ragihand, “Hêzên me roja 7ê Sibatê demjimêr 9:30 êvarê êrîşek li Iraqê pêk anî, ew jî wek bersivekê ji êrîşên li ser leşkerên Emerîkî bû.”

Daxuyaniyê serbar kir û got: “Di encama êrîşê de, fermandarekî Hizbullahê ku di armangirtin û plansaziya êrîşa li ser hêzên me yên li herêmê de cih girtibû, hat kuştin.”

CENTCOM tekezî li ser wê yekê jî kir, “Emerîka ji bo parastina hêzên xwe, dê gavên pêwîst bavêje.”

şeva borî gortibû, li navçeya Meştelê ya Bexdayê otomobîlek ji aliyê dronekê ve hat armanckirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin ku 2 ji wan serkirdeyên Heşda Şeibî ne.

Li gorî zanyariyan, 2 ji kuştiyan serkirdeyên Heşda Şeibî (Ebû Baqir Saidî û Arkan Elyawî) hatine kuştin û Hizbullaha Iraqî jî di daxuyaniyekê de kuştina wan piştrast kiriye.

90