Agir bi daristana gundê Ereb Wêran yê Efrînê ket

Agir bi daristana gundê Ereb Wêran yê Efrînê ket

May 21 2020

ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, duh 20î Gulana 2020, agir bi daristana gundekî ket û bi dehan dar hatin şewitandin

Jêderên xwecihî dane zanîn ku duh agir bi daristana gundê Ereb Wêran yê navçeya Şera ket, di encamê de hijmarek dar hatin şewitandin.

Heman jêderan tekez kirin ku welatiyên gund yekser xwe gihandin daristanê û hewla vemirandinê dan û piştre agir ji aliyê tîmîn berevaniya sivîl û welatiyên gund ve hate vemirandin.

Ş.E

442