PYDê û Rêjîma Esed giheştin lihevtêgiheştinek destpêkî derbarê çarenivîsa navçeyên Kurdî
ARK NEWS .. Piştî gefxwarinên Turkiyê ji encamdana operasiyoneke leşkerî liSpriyê , rojane û pêşveçûnên nû rû didin , û daxuyanî û helwêstên cûda cûda derdikevin holê.
Jêderek agehdar ragihand ku piştî Danûstandinên berdewam navbera PYDê û Rêjîma Esed de bi serpiriştiya Rûsiyê herdu alî giheştin lihevtêgiheştineke destpêkî derbarê hin doseyên giring.
Heman jêdera nêzîk ji QSDê ji malpera Bas News re eşkere kirk u niha û bi razîbûna Emerîka , bi serpirştiya Rûsiya danûstandin navbera perpirsên PYDê û Rêjîmê de têne encamdan , û niha herdu aêî giheûtine livevtêgiheştineke destpêkî di doseyên girêdayî bi ware Rêveberî û leşkerî de.
Jêdera navhatî serbar kir û got ku Rûsiya fişarên zêde li herdu aliyan dike ji bo giheştin bi careseriyek navend û pişt re rêkeftinek dawiyê derbarê carenivîsa navçeyên Kurdî li Rojhelatê çemê Feratê were encandan .
298
