6 sal in helbestvan Ferhadê Icmo koça dawî kiriye

6 sal in helbestvan Ferhadê Icmo koça dawî kiriye

Jun 09 2023

ARK NEWS... Di 8ê Hizêrana 2017an, helbesta kurdî yek ji helbestvanên ji dest da.

Ferhadê Icmo, helbestvanê kurd, yek ji helbestvanên navdar e, ku xizmeta çand, rewşenbîrî û helbesta kurdî kiriye, di çaçroveya 30 salan bê westan berhemên xwe pêşkêş kirine.

Ferhadê Icmo bi xwe endezyar bû, kurê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, li wî bajarî ji dayî bûye, jiyana xwe li wir derbas kiriye, di salên 70 de dest bi nivîsandina helbestê kir, 7 dîwan berham anîn.

Berhemên helbestvanê kurd bi her du zimanê kurdî û erebî belav kiriye, li ser bajarê xwe Qamişlo, evîn, rindî, jin, zarokatî, siyaset, rewist, û ol nivîsandiye.

Helbestên wî ji hejmarek mezin ji hunermendan re bûne dibistan û wan stranbêj û hunermendan, helebst kirine stran û belav kirine.

Di destpêka şoreşa Sûriyê 2011an de li bajarê Qamişlo tevlî xwepêşandanên li dijî rêjîma Esed bû, lewma navê wî kete lîsteya daxwakiriyan de, ji aliyê ewlehiya rêjîma Esed ve hat xwestin, ew yek hişt ku liv û tevgera wî asteng bibin, gihişt asta ku nikaribe berê xwe bide Şamê da ku çareseriya xwe werbigire.

Helbestvanê kurd Ferhadê Icmo, di 8ê Hizêrana 2017an de rastî nexwşiyekê hat, di 57 saliya xwe de, koça dawiyê kir û çû ber dilovaniya Xwedê, li zêdê xwe li goristana Hilêliyê ya Qamişlo bi xakê hat spartin.

Ş.E

244