Biro:

Biro: "Tu taybetmendiyeke navçeyên kurdî di projeya Emerîkî li Rojhilatê Feratê de tune ye"

Apr 20 2021

ARK NEWS... Duh roja Duşemê 19ê Nîsana 2021ê, şandek ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, pêşwaziya cîgirê şandiyê Emerîkî yê taybet Dêvêd Brawnştayin, û şanda pê re kir.

Şand ji Dr. Ebdulhekîm Beşar, Îbrahîm Biro, Seîd Omar ve hat pêşwazîkirin. tê de rewşa Sûriyê, bi giştî ya Rojavayê Kurdistanê bi tayebtî, rewşa aborî û guhartina demografî hatin gotûbêjkirin.

Li gorî agahiyan şêweya rêveberiyê hate amejekirin, û Birawinştayin da zanîn ku: Divê nûnertiyeke hevseng û hevpariyeke rasteqîne ji pêkhateyan di rêveberiya wê herêmê de hebe, û tekezî li ser beşdariya ENKSê di rêveberiyê de kir

Di vê derbarê de, Îbrahîm Biro ku yek ji amedebûyan e, ji ARKê re got: Tu taybetmendiyeke navçeyên kurdî di projeya Emerîkî li Rojhilatê Feratê de tune ye".

Beriya wê bi rojekê, şanda Emerîkî bi her yek ji serok Mesûd Barzanî, û Nîçêrvan Barzanî, û Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Ş.E

322