VÎDIYO ... Ereb li Efrînê bi cî dibin

VÎDIYO ... Ereb li Efrînê bi cî dibin

Jan 28 2020

ARK NEWS ... Bi gurbûna êrîşên esmanî û bejayî yên rêjîma Esed û hêzên Rûsî li ser herêmên Idlibê û Helebê, bi hezaran ji malbatên sivîl neçar dibin ji malên xwe derkevin. Ji bilî ku beşek berê xwe didin ser sînorê Turkiyê, lê para mezin ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye.

Weke di berçe vîdiyoyê de li ser torên civkî belav bûye, diyar dibe ku bi sedan ji malbatên ereb berev Efrînê diçin, û di mal û milkên Kurdan de têne bicîkirin.

Li gor agahiyên bi destê ARKê ketine ku, rojane bi sedan ji malbatên ereb yên Idlibê û Helebê berê xwe didin navenda bajêr û navçe û gundên Efrînê, beşek di avahiyên neamede de bi cî dibin, beşek jî di malên Kurdan de têne bicîkirin, herwiha li hin gundan Kurd têne derxistin da ku çekdar, kesûkarên xwe bi cî bikin.

Ji dema operasyona rêjîm û Rûsiyê li ser Idlibê û Başûr û Rojavayê Helebê dest pê kirine, pêla derbideriyê zêde bûye, nexasim piştî ku rêjîm destê xwe danî ser Xan Sibul, Masiran, Dana û nêzîkî Seraqib bûye.

Çevdêr û çalakvan tekez dikin û rêjeya erebên ku li Efrînê têne bicîkirin, li herêmên din yên di bin destê Turkiyê û girûpên çekdar wek Ezaz, Bab, Cerablus, nayên bicîkirin, û dibêjin ew pilan e li ser guhertina demoxrafiya Herêma Çiyayê Kurmênc.

Ev pirose ne ji niha de dest pê kiriye, lê ji beriya du salan ve wate ji 2018an ve, tê encamdan, û bi dehê hezaran ji malbatên ereb li şûna Kurdên resen yên ku ji ber operasyona Turkiyê reviyabûn bi cî bûn. Li hember de, 300 hezar Kurd rû li kampên Şahbayê û taxên Helebê kir û hêviya wan ew e ku bi gerantî vegerin ser mal û milkên xwe.

Ş.E

517