Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya sersaxî belav kir

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya sersaxî belav kir

Aug 10 2021

ARK NEWS... Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, sersaxî bi koçadawiya zanayê kurd Prof. Kinyaz Îbrahim Mîrzoyêv belav kir. Naveroka nameyê ev e:

Bo Civaka Kurdên Sovyeta berê û Civaka Kurdên Qazaxistanzê û malbata Prof. Kinyaz Îbrahim Mirzoyev

Roja Yekşemê 8’ê Tebaxê, me bi dilekî pir bixem û kovan koçadawiya navdarê kurd û Kurdistanê Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyêv bihîst.

Koçadawiya Prof. Kinyaz Mirzoyêv, xebînet û ziyanek mezin e bo tevaya kurdên Kurdistan û Qefqasiya û dinyayê.

Em sersaxiyê ji malata wî, civaka Kurdên Sovyeta berê, Kurdên Qafqasiya û Qazaxistanê re dixwazin.

Cihê xwedêjêrazî behişt be
Serê mabata wî û gelê kurd sax be.
Qamişlo 8.08.2021

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya

370