Nameyek bo Aldar: Serok Barzanî taca serê me ye

Nameyek bo Aldar: Serok Barzanî taca serê me ye

Aug 06 2021

Nameyek bo Aldar: Serok Barzanî hêla sor e û taca serê me ye
Şêxo Efrînî

Serkirdeyê PYDê Aldar Xelîl, sînor birîn, hêlên sor derbas kirin û zimandirêjî li ser serok Mesûd Barzanî kirin, helkefta vê axaftinê, gotara Aldar Xelîl e, ku bi bê rewşt tometên bê bingehîn arastî serok Barzanî kirin.

Aldar Xelîl di salvegera heftan ya kerasata Şengalê ku di 28ê Tîrmehê de bû, li şûna pirs bike ka çima derbiderên Şengalê ta niha venegeriyane ser zêdê xwe? Û kiryar û binpêkirinên YPŞê baskê PKKê û heşda Şabî eşkere bike, gotinên bêçêj û bêtam kirin û rastî berûvajî kirin.

Ka em hinekî vegerin dîroka nêzîk ya Şengalê, di 28ê Tîrmeha 2014an de terorîstên DAIŞê êrîşî Şengalê kir, bi bê cûdahî her nifşek dan ber xwe û bê dilovanî komkujî encam dan. Ji bilî piştevaniya çendîn welatan - Em nexwazin ameje bikin - ji terorîstên DAIŞê re, bi nûtirîn çek û teqemenî êrîş kiribû, ku hêz û karîna Pêşmergeyan tune bû ber xwe bidin, Lê piştre bi aweyekî bihêztir hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê çiyayê Şengalê û derdora wê rizgar kirin, Serok Barzanî bi xwe rizgarkirina Şengalê ragihand, bi eniyekî bilind û pozekî berz li ser çiyayê Şengalê rawestiya û kongira rojnamevanî li dar xist.

Serok Barzanî han da ku bajar careke din ji toz û gemara DAIŞê pak bibe, û awere vegerin ser warên xwe, lê xwesepandina PKKê û bi alîkariya Heşda Şabî ve, hiştin ku rewş xerabtir bibe. Çima em dibêjên xerabtir bûye, ji ber bi hêsanî herdem berpirsên kurdên Êzîdî vê yek tekez dikin, herî dawiyê jî Qadir Qaçax berpirsê PDKê bû got ku PKKê ji DAIŞê bêtir zarokên kurdên Êzîdî revandine.

Ji bilî rizgarkirina Şengalê, hikûmeta herêma Kurdistanê û serok Nêçîrvan Barzanî bi xwe serpireştiya rizgarkirina keçên Êzîdî dikir û dike, ta niha bi sedan keç bi pereyên zêde rizgar kirine, nexasim dema DAIŞ li Sûriyê bihêz bû, li bazaran (Nîxase) keçên kurd ji bo firotinê nemayîş dikirin, tu carî Kurdistanê çavên xwe ji bo hewla rizgarkirina keçên Êzîdî nedigirtin.

Li ser asta hundirîn, ta niha bi dehê hezaran ji kurdên Êzîdî li herêma Kurdistanê hatine vehewandin, wek bajar û bajarokên mîna Şariya, Zaxo, Şêxan, Domîz û Duhokê de bi cî bûne. Herdem rayedarên Kurdistanê bi sîngekî fereh dibêjin mala we ye, belam divê veger bo Şengalê hebe, lê belê PKKê û heşda Şabî rêgir in û nahêlin.

Birêz Aldar li şûna tu behsa karûbarên xelkê dikî, behsa rewşa sîstema Siwîsra ya te li Rojavayê Kurdistanê ragihandiye, bike, binêre çawa xelk bê av in, bê elektirîk in, bê nan in, bê sûtemenî ne, zarokên 14 salî têne revandin, siyastemedar û rojnamevan têne binçavkirin û nerîna siyasî tê qirkirin, lewma destêwerdanê di karûbarên herêma Kurdistanê de meke, sed sal divên ku her kesek bikaribe xwe bigihîne nêvî xebat û tekoşîna serok Barzanî.

Serok Barzanî Pêşmergeyekî bihêz e, xweragirekî wefadar e, berxwedêrekî gernas e, lehengekî wêrek e, qehremanekî serdemê ye, ramyarekî zîrek e, dilsoz e, berketiyê welêt e, bavê kurdan e, lêvegerê çar perçan e, xemxwarê dozê ye, rêberekî bihêvî ye, û endezyarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ye. Li cem kurdan cihê şanazî û rêzê ye, dê her weke rênîşander bimîne.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

574