Serok Barzanî bi hatina cejna Qurbanê peyama pîrozbahiyê belav kir
Serok Mesûd Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û pîrozbahî li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemwelatiyên xweşewîst ên Kurdistanê kir.
Naveroka peyama Serok Barzanî:
Bi boneya hatina Cejna Qurbanê ya pîroz, pîrozbahiyên xwe yên herî gerim pêşkêşî misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim. Ez pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û welatiyên xweşewîst ên Kurdistanê dikim.
Di vê boneya pîroz dem daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku xêr, xweşî û aramiyê ji bo gelê Kurdistanê bîne û ev cejna pîroz bibe sedema bicihbûna aştî û aramiyê navçeya me û hemû cîhanê.
Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de
Mesûd Barzanî
15ê Hezîranê 2024
125