Ziman 10... BIDESTXISTINA ZİMANÊ ZAROK

Ziman 10... BIDESTXISTINA ZİMANÊ ZAROK

Feb 08 2020

BIDESTXISTINA ZİMANÊ ZAROK

Bavê Saman
Efrîn di 31 /12/2

Her aliyek ji zimên pir dijwar û bigirêk e. Berî pênc saliyê, zarokên biçûk piraniya sîstema bigirêk yê rêzimanê zimên dizanin. Zarok hemû beşên zimanzanî yê zimanê xwe dizanin û diaxivin bêyî ku bi rêzikên rêziman zanibin; ew hevokan ava dikin û pê deng dikin bêyî ku beşên akademîk û zanistî yên zimên dizanibin .

Zarokekî asa û normal dikare jiyana xwe berdewam bike bêyî karibe bi zimanê xwe bixwîne û binivîse, her wiha, ew dikare bide û bistîne, bipeyive û têbigihe û hizir û ramanan gengeşe bike bêyî ku xwendibe. Mirov di despêka zarokatiya xwe de bi carekê fêrî bîrkarî, kîmiya, kompiyoter û zanistên din nabe ji ber ku divê ew pêşî fêrî huner, rêzik û ristên wan zanistan bibe. Lê belê heman tişt li ser ziman nameşe; zarok hînî axaftin û meşandinê nabin ji ber ku mirov hatiye çêkirin û stran da ku bi xwe fêrî dengkirin û meşê bibe.

Bi rastî, tu kes nikane zarokekî qedexe bike ji fêrbûna zimanê xwe wek bavê zimanzaniyê Noam Chomsky tekez dike di pirtûka xwe de bi navê " Zincîrên Zimanê Mirov", 1994.

Zarok bi xwe fêrî zimanê dayika xwe dibin . Lêkolînên li ser rêzimanên zimanên mirov xuya dike ku zarok fêrî ziman nabin bi embarkirin û ezberkirina hemû hevok û bêjeyên ferhengeke hişî mezin ji ber ku hejmarên peyv û hevokan bêdawî ne, her wisa, tu ferheng nikane hemû hevok û peyvan di xwe de hilgire. Tevî wiha, zarok fêrî avakirina hevokên tu carî berê nehatine berhemkirin û bihîstin. Lewra, zarok gerek rêzikên ku rê dide wan ji bo bikaranîna zimanê wan bi şêweyekî afirîner ava bikin. Tu kes zarokan fêrî wan rêzikan nakin. Haya xwedanên wan ji rêzikên dengsazî, denganî, peyvsazî, binesazî û watenasî nîne.

Di zarokatiya me de gave tê bîra mera bi carekê kesî fêrî me nekir û ji me re negot ev hêmanên hevokê ne yan ev hevok e, yan ev komik e yan ev demên lêkerê ne yan ev yekjimar e yan pirjimar e.

Bi rastî, mirov matmayî dimîne û ev tiştekî seyr e çawa zarok bi xwe fêrî zimanê xwe dibin, û çawa ziman bi dest xwe ve tînin mîna zimanzanekî zîrek û şareza bi awayekî rêkûpêk.

Zarok ji dayîkbûna xwe de heya fêrbûna zimanê xwe di qonaxên bidestxistina ziman re derbas dibin heta digihînin dêûbavên xwe di axaftinê de.

Qonaxên Fêrbûna Ziman li ba Zarokan

Tu zarok di zikê dayika xwe de fêrî ziman bûne tune ne û ne jî tu zarok hema di rojekê de rabûn fêrî rêzimanê xwe bûn, û bi serbestî deng kirin, dan û standin bi civak û derdora xwe re !!

Vê ca, bidestxistina zimanê zarok di qonaxan re derbas dibe. Li gorî lêkolîn û tiyoriya UG ya Noam Chomsky, ew tekez dike ku zimanê hemû zarokên cîhanê bi heman awayî di heman qonaxan de derbas dibin û zimanê xwe dest xwe ve tînin, lê dibe hin qonax kintir bin yan dirêjtir bin ji hinan li ba zarokan, gelo ev qonaxên zarok tê re derbas dibin çi ne?!

1- Qonaxa Vixvixandin :

Di çend mehên despêkî de dora şeş mehan, zarok dest bi derxistina dengan û vixvixê dikin. Dengên derketî di vê heyamê de girî, gixek û vixvix in. Zimanzan bawer dikin ku zarok di vê qonaxê de çendîn dengên cur bi cur ji xwe der dixin. Helbet, zarokên ker jî dikin vixvix û kixe wek zarokên axivîner. Pêşniyarek heye dibêje zarok di vê qonaxê de awaz û dengên zimanê zikmakî ji yên ne ji zimanê wan dike der û ji hev der dixe , her wiha dengên rast dihêlin û yên şaş davêjin.

2- Qonaxa Yekpeyvî :

Di vê qonaxê de piştî derdora salekê, zarok li gor jîrbûn û zîrekbûna xwe dest bi karanîna heman deng ji eynî tişt re dikin. Di vir de ew fêr dibin ku deng girêdayî wateyan e, her wiha, yekem bêje bi wan re der dikeve. Piraniya zarokan di qonaxa yekpeyvî û yekhevokiya xwe re derbas dibin ji ber ku yekpeyv li ba wan li şûna yekhevokê; ew bi yekpeyvê peyamekê yan hizr û ramanekê didin wek rakirin, gerandin, xwarin, vexwarin, hest, arazu,... hwd.

3- Qonaxa Dupeyvî :

Di vê qonaxê de zarok li dora du saliya xwe de dest bi dengkirina dupeyvî dikin û ew jî li gor xweza û cînên zarokan; ew tev digerin li gor jîrbûn û jêhatîbûna wan. Pîştî tevliheviyekê, zarok dikarin hevokên dubêjeyî biafirînin, lê di vê qonaxê de tu hevok bi binesazî û peyvsaziyeke rêkûpêk nînin ; linavhevxistin di nav hêmanên bingehîn yên hevokê de heye.

Wek :1- Ez tît /keke rind.
2- Emê bixw.
3- Bebe çû.

4- Qonaxa Xwendina Peyaman : (TELEGRAPH)

Di vê qonaxê de zarokên sê çar salî nema tenê bi du peyvan dipeyivin, dengkirina wan ji sê çar yan pênc û dibe ku jê dirêjtir dest pê dike. Tê bibe di vê qonaxê de, zarok peyaman dixwînin, lê belê dimîne gelek kêm û kurî di hêmanên hevokê de hene mîna xistina bêjeyên biçûk wek daçek, qertaf, lêkera bûne û alîkar. Jixwe, zarok pêre her diçe pêş dikeve û fêrî zimanê xwe dibe û bi şêweyekî rêkûpêk ; ew hemû hevok û hizir û ramanên têvel dikane hûnê ziman.

Mêkanîzm û tiyoriyên fêrbûna ziman li ba zarokan gelo çi ne ?!

Çendîn nêrîn û pêşniyaz hene derbarê mêkanîzma derûnî di fêrbûna ziman de.
Tiyoriyên despêkî yên bidestxistina ziman bi giranî di bin bandora reftar û rewişt de mane wek çawa dibistana sîkolocî di sala 1950 diyar kiriye. Rewiştî (behaviorism) giranî dide ser rewişt, reftar û xwezaya mirov, yê yekser tê çavdêrîkirin, bêtir ji sîstema hişî . Ew rêbaz dibîne ku zimanê mirov cureyke ji reftarê devkî ye û tê pêşniyarkirin ku zarok fêrî ziman dibin di riya zehvkirin, xortkirin, hevtayî û wekhevîkirin.
Gelo bi çi şêweyî zarok rist û sîstema bidestxistin û fêrbûna zimên pêk tînin ?!

A- Zarok di riya zahvkirinê fêr dibin ?!

Nêrîn û tiyoriyên têvel hatine pêşniyazkirin ku zarok dikarin fêrî zimanê gihîştî bibin. Hinek bawer dikin ku ew tenê zehvî çi dibihîzin dikin. Bê gûman, zehvkirin ta radeyekê bandora xwe heye di fêrbûna ziman de, lê belê hevokên ji aliyê zarokan derdikevin xuya dike ku zarok ne zehvî axaftina mezinan dikin. Tevî ku zarok gava hewl didin zehvî çi dibihîzin kin, lê ew nikanin wan hevokan bi heman rêzimanî der xînin.
Mînak : 1- Min çû mektebê.
( Ez çûm mektebê.)
2- Min lîst. (Ez lîstim. )

B- Zarok di riya piştgirîkirin û bihêzkirinê zimên dest xwe ve tînin gelo?!

Nêrîn û dîtinek din diyar dike ku zarok fêrî ziman dibin di riya serastkirina rêzimanê hevokên wan ji ber ku zarok bi erênî tê piştgirîkirin û xelatkirin gava ew tiştekî rast dibêjin, her wiha, zarok tên xortkirin û serastkirin gava ew tiştekî şaş dibêjin.
Ev nêrîn ji me re hewal nade çawa zarok rêzikên rast ava dikin her çend serastkirin rû dide di vê dîtinê de, lê dimîne naveroka peyama ku zarok didin girîngtire wek çawa gava zarokek dibêje : "Ne kes ji min hez nake. " û dayîk bersivê didê : " Hemû ji te hez dikin." Di mînaka navborî de ron e ku mebesta zarok çiye.
Wekî din, hemû hewldanên serastkirina zimanê zarok bi ser neketin ji ber ku zarok bi xwe nizanin ku ew şaş deng dikin da ku ew karibin şaştiyên xwe serast bikin.

C- Gelo zarok di riya hevtayî fêrî ziman dibin?!

Tê pêşniyarkirin ku zarok peyvan bi hev dixin û fêrî ravek û hevokan dibin di riya hevtayî û wekhevîkirin bi bihîstina hevokekê û bikaranîna wê bi sadetirîn şêwe da ku hevokin din çêkin, lê belê ev nêrîn jî bi ser neket ji ber li gor lêkolînên li ser zarokan çêbûne zarok nikarin hevokekê wek ya ku tu didê wan çêkin bi hevtayî yan hêmanekê biguhêrin wek mînak : Sêva sor xweş e.
Gelo zarok wê karibin li şûna sêvê portûqal yan moz têxin yan li şûna sor zer têxin?!
Sêva zer xweş e.
Portugal xweş e
Moz xweş e.
Bê gûman, lêkolîn tekez kirin ku bersiv "na " ye.

Ç- Aya zarok di riya jîngeh û derdora xwe re fêrî ziman dibin?!

Pêşniyarek din xuya dike ku zarok fêrî ziman dibin ji ber ku gihîştî û mezin bi wan re bi zimanekî sade û hêsan dipeyivin ango bi zimanê zarokan. Ev pêşniyar tekez dike li ser rola jîngeh di fêrbûna ziman de. Em bi zarokên biçûk re bi awayekî taybet deng dikin ; em bi zimanekî zelal û giran bi wan re diaxivin, bi zimanê zarokan. Wekî din, ev nêrîn jî ne pir ser ketiye ji ber ku ne di hemû çand û civakan de bi heman awayî û bi eynî zimanî bi zarokan re didin û distîin. Di çendîn civakan de mezin bi zimanê zarokan bi zarokên xwe re nepeyvin û dibe ku kêm bi wan re diaxivin wek ku çawa gelek zarok mezin bûn û dê û bavên wan piraniya demên xwe yan bi karê xwemalî derbas dikirin yan li ber serê palan bûn û dîsa ew fêrî ziman bûn.

Hin Mînakên li ser Peyvên Zarokan :

1- Memê (av)
2- Emê /emikê/ (xwarin)
3- Bebe (bavo)
4- Mama (dayê)
5-Çeç /çeçê /çeçe (dest)
6- Çûçe/ (rûne)
7- Ten ten/tena tena (Rabe ser xwe)
8- Tîtê (rindik)
9- Nenî/nen nen (xewke)
10- Keke (birak)
11- Ûçê/ (xweşik)
12- Bive /uve/ uwe (metirsîdar/xeter e )
13 -Eçî (lêdan û lêxistin).
14- Tîto/ (kûçik)
15-Me'kê /mehikê /ayê / (berx û pez)
16-Cîco (kîr û xirê zarokan )
17- Çiçê (sîng)
18- Awê /awikê (kûçik yan dengê wî)
19- Tatê : bimeşe û gavan bavêje
20- Innê (makîne /seyare /araba)
21- Totik /totî /totîk (totik rûnişt)
22- Em ke /hem ke (bixwe)
23- Pepê /pepik /pepe /pepî (sol û pêlavên zarokan)
24- Çûr çûr ke /no no ke ( mîz ke)
25- E'î kir (bi xwe da ber da û pîs kir)
26- E'e (pîs e)
27- Kixe (pîs e ve'lûke ji devê xwe bavêje )
28- Ubanê ( qurbanê)
29- Bi'ûkê (kêzik û kurmik)
30- Ç'e : dema zarok ser çavên xwe digire û ji nişkave vedike
31- Dike vix vix (vix vix derê); xazî bi dev dikeve

Li dawiyê hemû zarok fêrî ziman dibin li gel ku ew ji kîjan dever û devok dibin bila bibin û ji kîjan zimanî fêr dibin bila bibin, lê belê zimanê wan pêş dikeve bi heman awayî û bi mêkanîzmek gelek pêşketî, her wiha, bi şêweyekî afirîner ji ber ku sîstema mejiyê mirov ji hemû jîndar in pêşketîtire. Dimîne hemû rêbaz û pêşniyarên navborî di fêrbûna zimanê zarok de çi zehvkirin, çi bihêzkirin, çi hevtayî û wekhevîkirin û çi jîngeh hemû nikarin afirandina li ba zarokan baş şirove û rave bikin di prosêsa fêrbûna ziman de.

Çavkanî :

1- Liles, Bruce. L. An Introduction to Linguistics .
New Jersey, 1975.

2- Fromkin, Victoria, et al. An Introduction to Language. 7th ed. Boston : Thompson Heinle, 2003.

3- Fromkin, Victoria and Robert Rodman. An Introduction to Language. 3rd ed. Japan, 1983.



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

634