Rêxistineke Mirovî êrîşên Rêjîm û Rûsiya li ser Idlibê şermezar kir
ARK NEWS... Roj bi roj balafirên şer yên rêjîma Esed û Rûsiya êrîşên xwe li ser deverên li Bakurê Rojavayê Sûriyê gUrtir dikin û agirbesta rawestandina şer li devera kêmkirina astê şer li Idilbê binpê dikin.
Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê di daxuyaniyekê bi tundî êrîşên rêjîma Esed û Rûsiya li ser deverê û gundên li Idilb û gundewarên wê îdane û şermezar kir.
Weke heman tîmê daye xuyakirin, ku di heyama 24 demjimêrên bûrî de balafirên şer yên rêjîma Esed û Rûsya 26 xal û cih kirine armanc û di encama wan êrîşan de bi dehan welatiyên sivîl navbera kuştî û birîndar bûne qurbanî serbarî dirustbûna pêleke derbederiyê li deverê ku rojane bi sedan malbat ji ber berdewamiya êrîşan derbeder dibin.
398
