Çekdar darên Efrînê dibirin
ARK NEWS... Li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê girûpên çekadr bi bêçixe, birekê û alavên elektirîkî darên zeytûnan dibirin. Bê ku hisabê ji kesekî re bikin, berûvajî wê yekê tawanên xwe jî bi bilege dikin û bi kewf û xweşî di ber kenên xwe re bi şêweyekî hovane daran dibirin.
Li herêma Efrînê çekdar û erebên ku li gor rêkeftinekê li şûna Kurdan de hatine bicîkirin ji dema derbasî bajar û navçe û gundên wê bûne, dest bi birîna darên zeytûn û merxan, û darên biber û bêber kirine, da ku ji xwe bikin êzing yan jî bazirganiyê pê bikin. Piraniya wan êzingan li Idlibê û Ezazê têne firotin
Li navenda bajarê Efrînê jî ku bi daristanên xwe navdar û di dehê hezaran li bajêr hene êdî ji bajarekî bi siruşt bûye bajarekî biyaban,
Bi tenê li taxa Mehmûdiyê û Zêdiyê ku xwediyên derdora 11 hezar darên merxan bû, êdî ew daristan nemeya ji ber ku piraniya daran bûne qurbaniyê hovîtiya çekdar û ereban.
Jêderêkê ji ARKê re da zanîn ku roj bi roj darên daristana Mehmûdiyê kêm dibin ji ber ku rojane têne birîn bê ku rêgirî jê re werin kirin li gund û navçeyan jî heman sînariyo dûbar dibe
Tevî ku encûmenên xwecihî biryarên di vê derbarê de derdixînin û birîna daran qedexe dikin lê ne çekdar û ne jî ereb pabendiyê pê dikin ji ber ku wek şêniyên herêmê dibêjin her girûpek ji xwe re dewletek ragihandiye.
Ş.E
739
