Helîkopterên Emrîkî û Turkî gera 7an ji bo Navçeya Aram encam dan
Sep 28 2019
Helîkopterên Emirîkî û Turkî gera xweya ḧeftan ji bo Navçeya aram li Kurdistana Sûriyê di çarçoveya qunaẍa yekem de encam dan..
Ajanisa Anadol ya Turkî belav kiriye ku îro roja Şemiyê tevgereke helîkpoteran li navenda operasiyonên hevbeş ya jI bo Navçeya Aram li Orfayê hebû herweha du helîkopterên Turkî û du helîkopterên Emirîkî ji wê navendê berev asmanê Navçeya Aram ve birêketin.
Ta niha di çarçoveya avakirina Navçeya Aram de şeş gerên asmanî hevbeş û du dewriyên bejayî navbera Emerîka û Turkiyê de li wê navçeyê hatine encamdan.
402
