Efrîn .. Emşat gundê Qermîtliq kiriye cihê rahênanê
ARK NEWS .. Girûpên çedar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji bilî ku destê xwe danîne ser mal û milkên welatiyên kurd êdî baregeh û cihê rahênan û perwerdekirina leşkerî di nav gundan nîzîkî malên sivîlan destnîşan dikin .
Ji çend rojan ve çekdarên Emşat gundê Qemitliq yê ser bi navçeya Şiyê ji xwe re kirine baregeh û çekdarên xwe rahênan dikin .
Veguhestina gund bo baregeheke leşkerî bûye cihê nerazîbûn û nerihetiya şêniyên gund .
Li gor jêderekê îro 29/4/2019 ji ARKê ragihand ku xelkê gund ji dengê wan çekdaren bêzar bûne herwiha ji bêhna paşmayên alavên şewitandinê û rahênankirinê êdî henasê wan nayê der.
Heman jêderê da zanîn ku ji bilî wê yekê liv û tevgera xelkê di nav gund hatiye rawestandine ji ber ku rahênana xwe di nav gund de dikin bê ku berê xwe bidin derevî gund .
Serbar kir ku dengê fîşekanên wan bûne wek rêgir ji xew û rihetiya welatiyan re .
Gundê Qermîtliq ji gundên hevsînor bi Turkiyê re ye 300 mal li xwe digre ji dema şer ta niha nîvê xelkê resen venegeriyan malên xwe û di şûna kurdên resen de çekdar û ereb hatine bicîkirin .
Ş.E
505