Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Fenland yê li Îraqê kir

Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Fenland yê li Îraqê kir

Aug 02 2021

ARK NEWS... Roja Yekşem 1ê Tebaxa 2021an Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Fenland yê li Îraqê Vesa Hakkinn kir ku jiber bidawî hatina pîwerdariya xwe serdana herêma Kurdistanê kiribû.

Balyozê Fenlandê rêzdariya xwe bo hemahengî û karasaniyên hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema kar kirina wî de diyar kir û tekez li ser berdewamiya piştîvaniya welatê xwe bo herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî spasiya balyozê Fenlandê kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.

Hilbijartinên parlementoya Îraqê, girîngiya piştîvanî kirina hêzên pêşmerge bo rûbirû bûna DIŞI û hewldanên rûbirû bûna Koronayê li herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn.

361