Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Peyamek ji Serokê Herêma Kurdistanê

Jul 21 2019

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da ji bo destgîrkirina tawanbarê serekî û hevkarê karê terorîstiya roja 17/07/2019 ya teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê, destxweşiyê li hêzên Asayîş û Dije Terora Herêma Kurdistanê kir ku eve jî naveroka wê ye:

Îro hêza Asayîş û Dije Terora Kurdistanê serkeftiyane karîn tawanbarê serekî û hevkarekî karê terorîstiya roja 17ê temmûza 2019 ya teqekirina li xwaringeheke Hewlêrê destgîr bikin ku cihê daxê bû li wê rûdana terorîstiyê da dîplomatekî Tirkiye û dû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dan.

Serkeftina hêza Asayîş û Dije Teror li erkê xwe yê serekî da, dilsoziya van hêzane ku kar û parastina Herêma Kurdistanê û hemwelatiyan diselmênê. Diyare piştî rûdaneke wiha nexweş û tirsnokane, tekeziya serekî ya desthilata Herêma Kurdistanê li ser destgîrkirina tawanbaran û hevkarên wan bû û di vê destkefta serkeftiyaneya hêzên Asayîş û Dije Terorê li wê da bûye ku herdem karîne hewlên terorîstan pûçel bikin û nehêlin ziyan bigihe bi xelkê Herêma Kurdistanê û mîhvanên wê.

Heta niha bi hemû şiyanên xwe ve Herêma Kurdistanê û hemwelatiyan parastiye, ji bo zaminkirina aramî û asayîşa li Herêma Kurdistanê,li paşarojê da jî her wekî berê li karê xwe yê ciddî de berdewam dibin. Kesên destgîrkirî û hevkarên wan jî li gor yasayê muamele li gel wan de dihête kirin.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
20/07/2019

276